Xunav Mela: Dema hevgirtina partîyên Rojavayê Kurdistanê hatîye û derbas jî bûye!

Hevseroka Partîya Têkoşîna Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, lazim bû partîyên Rojavayê Kurdistanê zûtir yekgirtû bibana.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Partîya Têkoşîna Demokratîk, Xunav Mihêdîn Mela ji BasNewsê re got, Rojavayê Kurdistanê di rewşeka xirab de ye û her roj deverên kurdan tên valakirin. Partîyên kurdî jî ne yekgirtî ne. Her kes li dijî me ye û partîyên kurdî jî li dijî hev in!

Xunav Mihêdîn Mela her wiha got, lazim e berîya ku em daxwaza alîkarîyê bikin, partîyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê hevdû bigirin da ku em bi ser dijminên xwe de biser kevin. Çimkî dijminên me yek armanca wan heye, ew jî tinekirina kurdan e, vêca girêdayî çi alîyekî sîyasî be ji wan re ne girîng e, tenê kurd be bes e.

Wê sîyasetmedara Rojava anî ziman, ji ber wê jî divê berîya her tiştî kurd yekgirtî bin û got, dema yekgirtina kurdan hatîye û derbas jî bûye, ji ber wê jî divê zûtir bibin yek. Niha tenê dema yekgirtinê ye û ji bilî wê dema ti tiştekî din nîne.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist