Xiristiyan dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê boykot bikin

.

 Partiyên Suryanî, Asûrî, Keldanî û Ermenî biryar da ku  hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên li pêşiya me boykot bikin.

Piştî ku Dadgeha Federal a Îraqê biryar da ku kotaya Tirkmen û Xirîstiyanan a li Parlamentoyê Kurdistanê ne destûrî ye, wan jî nerazîbûn nîşan da.

Aliyên Xiristiyan îro li Hewlêrê, helwesta xwe ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Aliyên Suryanî, Asûrî, Keldanî û Ermenî diyar kirin ku ew dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 10ê Hezîrana 2024an nebin.

Bi gotina wan biryara Dadgeha Federal a Îraqê nehiştina kotaya parlamentoyê ya ji bo pêkhateyên li Herêma Kurdistanê neheqî ye.

Ew alî dibêjin ku biryara biryara Dadgeha Federal a Îraqê dê zererê bide pêkvejina li Herêma Kurdistanê.

“Kotaya Tirkmen û Xirîstiyanan ne destûrî ye”

Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku kotaya 11 kursiyên ku ji bo Tirkmen û Xirîstiyanan di Parlamentoya Kurdistanê de hatiye veqetandin, “ne destûrî” ye.

Li Herêma Kurdistanê berê tenê herêmeke hilbijatinê hebû lê dadgehê biryar dabû ku bibe 4 herêmên hilbijartinê.

Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm bû

Herwiha dadgehê biryar da ku 11 kursiyên ji bo kotayan hatine veqetandin nedestûrî ne.

Li gorî wê biryarê hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan daket 100î.

Dadgehê herwiha biryar dabû ku hilbijartinên Kurdistanê li şûna Komîsyona Serbixwe ya Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve were kirin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest