Xidir Reşo Şengalî bû qeymeqamê Şengalê

Xidir Reşo Şengalî bû qeymeqamê Şengalê

Piştî peymana navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ya ku li ser Şengalê hatibû îmzekirin, qeymeqamê Şengalê hat diyarkirin. Li gor xala peymanê; qeymeqamê Şengalê yê nû bû Xidir Reşo Şengalî ku berê rêvebirê nahiya Sinûnê bû.

Ji leqa 17 ê ya PDK ê Îdrîs Zozanî bo K24 ê ragihandiye ku li gor peymana Şengalê kesekî bêteref bibe qeymeqamê navçeyê û îro ev yek hatiye bicîhanîn. Lewra li gor peymanê Xidir Reşo bûye qeymeqamê Şengalê.

Xidir Reşo Şengalî ji xelkê Şengalê ye û 52 saliye. Berya niha rêvebirê nahiya Sinûnê bû ku Sinûn bi ser Şengalê ve ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê