Xêro Ebas li Hewlêrê konsertekê saz dike

.

 Mala Mûzîkê ya Zehawî li Kelha Hewlêrê  îşev konsertekê  bo Hunermendê navdar yê Rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas saz dike.

Mala Mûzîkê ya Zehawî îro Pêncşemê 28ê Tîrmeha 2022yan Kelha Hewlêrê saet 20.00 konsertekê ji bo Hunermendê Kurd Xêro Ebas saz dike.

Derbarê konsertê de Xêro Ebas ji Rûdawê re axivî û got: “Ez gelek caran hatime Hewlêrê, lê ev cara yekemîn e weke solo konsertê didim. Ji bo cihê kêfxweşiyê ye ku li ser vê kelha dîrokê ya Hewlêrê ji bo mêvanên taybet konsetekê saz bikim.”

Xêro Ebas eşkere kir ku ew dê 4-5 stranan ji albûma xwe ya nû ya bi navê Dilname û 4-5 stranan jî ji albûmên xwe ye berê bistire.

Hejar Zehawî di sala 2021an de bi beşdariya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî ragihand.

Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo ciwanên Hewlêrê û muzîkhezan û ji bo nasandina wan bi hunera parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê, konser û master kursan saz dike.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê