Xemîs Xencer: Eger kurd beşdar nebin em jî deng nadin hikûmeta nû!

Sîyasetmedarê sunnî yê Iraqî dibêje, hetanî kurd nebe şirîkê hikûmeta nû ya Iraqê, ew deng nadin hikûmetê.

Navenda Nûçeyan - Sîyasetmedarê sunnî yê Iraqî, Xemîs Xencer ji televîzyona Iraqî ya “Alsumaria” TV re gotîye, pîvan û usûlên sîyaseta serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî, bi arîşe û kêşe ne.

Xemîs Xencer her wiha gotîye, zehmet e parlementoya Iraqê kabîneya Mihemed Ellawî pesend bike ji ber ku yên piştevanên wî bûn, niha ew jî nîgeran û nerazî ne.

Wî sîyasetmedarê Iraqî daye zanîn, eger kurd û sunnî nebin şirîkên hikûmetê ew hikûmet bi ser nakeve û gotîye, eger kurd beşdarî hikûmetê nebin sunnî jî deng nadin hikûmetê.

Bi gotina wî sîyasetmedarê Iraqî, Mihemed Ellawî, xeletîya ku Heyder Ebadî kiribû, dubare dike û dixwaze kurdan piştguh bixe, ev jî hebûna Iraqê dixe metirsîyê.

Parlementoya Iraqê îro hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatîya Mihemed Ellawî pesend dike.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist