Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin

.

 Girî û hêstirên kedera jin û mêrên reşpoş ên Germiyanê berdewam e û bi salan e li dû aqûbeta ezîzên xwe digerin.

Jin û mêrên reşpoş ên Germiyanê her car û rêyekê digirin ber xwe ji bo çûna wan deverên ku xizmên wan lê hatine zîndankirin û Enfalkirin. Vê carê jî çûn nahiyeya Dubisê ya Kerkûkê.

Endama malbata Enfalkiriyan Resmiye Mehmûdê ji Rûdawê re got, "Ez nizanim çawa mame bavê min, dayik û xwişk û merivên min hemû hatin girtin û ez nizanim li ku derê ne."

Cume Mehmûd yek ji şahidên Enfalê ye û wî jî ji Rûdawê re got, "Wek xelkê Dubisê em lêborînê ji wan kesên ku hatine Enfalkirin dixwazin. Me ji bo wan zarokan ti tişt nekir, me nikarîbû wan rizgar bikin."

Fatime Elî li pey gora biraziyê xwe digere. Wê pirsyar ji Hesen Ehmedê rûniştvanê herêmê kir ku wê demê xortekî 19 salî bû.

25 zarok di yek rojê de ji birçîna mirine

Ew şahidê dehan çîrokên ku qet nayên jibîrkirin ên Enfalkiriyan e.

Wî got berçavtengî û birçîbûnê zarok gelekî êşandibûn. Bi awayekî wisa ku tenê di yek şev û rojê de wî 25 zarok veşartine ku ji birçîna li Serbazgeha Dubisê hatibûn şehîdkirin.

Şahidê Enfalê Hesen Ehmed jî got, "Yek ji wan dayika zarokê xwe anî, got daxwaza xwarinê kir. Çîrokeke din a jinikekê ku zarokê xwe dabû destê me û jê re gotibû ji 4 zarokan ti kes nema.

Jinikeke din got ji 3 zarokan ti kes nema. Jinikeke din jî zarokê wê nêzîkî 11 salî bû, ew ketibû nav gorê û me bi zorê ew derxist."

Malbatên Enfalkiriyan piştî serdana goristana Dubisê û Serbazgeha Topzawayê, ji bo daxwaza aqûbetga cenazeyên ezîzên xwe û çêkirina monûmentekê li Kerkûkê civiyan.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha ji Rûdawê re got, "Goristanek heye ku taybet e ji bo Enfalê li Dubisê û em dê bi şêweyeke xweşik çêbikin.

Xaleke din jî monûmentkirina Serbazgeha Topzawayê ye û me berê biryar li ser wê yekê daye lê rêkar û pêdiviyên wê mane."

Rejîma Beasê di maweya salek û di 8 qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd Enfal kirin.

22 sal piştî rûxana Sedam Husên, hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê tenê cenazeyên 1,854 Enfalkiriyan vegerandine Kurdistanê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin