Xebatên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mêrdînê berdewam in

Van rojên dawîn ku ji hilbijartinên herêmî ra çar roj man, Namzetên serbixwe yên Mêrdînê Abdulkadîr Demîr û Şêxmûs Unal jî lezê dan xebatên xwe yên hilbijartinê.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Bajarê Mezin ê Merdînê Abdulkadir Demir û yê Qoserê Şeyhmus Ünal , îro (26.03.2019) li Mêrdînê, li navçeya Dêrikê seredana du cîhên şînê kirin.

Paşê li gereka Yenişehirê  û li bazara heftane ya gereka Rewza yê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, li esanafan û li xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Gel û esnafên Mêrdînê  pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist