Xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê hat bombedûmankirin

Li Idlibê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê ve hat bombedûmankirin.

Li Idlibê xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê ve hat bordûmankirin.


 

Li gor zanyariyan xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê ya li devera Şîr Maxar ji aliyê firokeyên şer ên ser bi rejîma Sûriyê ve hat bordûmankirin.


 

Li gor çavkaniyên nêzî opozîsyona Sûriyê, li asmanî deşta Gab a di navbera parêzgehên Hema û Idlibê de nêzikî 15 firokeyên şer ên rûsî û sûrî hatine dîtin.


 

Herwiha hatiye gotin xala çavdêriyê ya bi hejmara 10 a Tirkiyê, li wê deverê ji aliyê wan firokeyan ve hatiye bordûmankirin.

 

Heta niha derbarê vê bûyerê de ji aliyê Tirkiyê ve zanyariyek nehatiye belavkirin.

 

Li parêzgeha Idlibê, ku artêşa Sûriyê ev heyameke operasyonan pêk tîne û li wê parêzgehê pêş ve diçe, Artêşa Sûriyê di çarçova rêkeftina li gel Rûsyayê 12 xalên çavdêriyê ava kiribûn. Çend roj berê hatibû aşkerekirin ku xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê ketiye jêr dorpêça artêşa Sûriyê.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî duh serdana Rûsyayê kiribû û li gel Serokê wî welatî Vladîmîr Putin, rewşa Idlibê gotûbêj kiribû.

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye