Xaça Sor derbarê Idlibê de hişyarî da

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ragihand, ku ji ber êrîşên li ser xelkê sivîl yê Idlibê, bi dehan kes hatine kuştin û zêdetirî 150 hezar kes jî koçber bûne.

Navenda Nûçeyan- Xaça Sor di daxuyanîyekê de ragihand, ku rewşa taxên rojavayê Helebê jî xerabe, û ew berdewam têne tobparankirin, lê rewşa herî xerab li Idlibê ye.

Xaça Sor di derbarê zêdebûna hejmara qurbanîyên şerê Idlibê de hişyarî da, û daxwaz ji alîyên şer kir, ku xelkê sivîl û jêrxaneya bajaran nekin armanca xwe, û rêzê li karê tîmên hawarçûn û tîmên tendirûstîyê bigrin.

Herwiha Xaça Sor amadebûna xwe nîşan da, ku bi hemahengî li gel Xaça Sor ya Sûrîyê, alîkarîyên cur bi cur pêşkêşî xelkê sivîl bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist