WSJ: Rêvebirîya Trump Dê 14,000 Leşkerên Din Bişîne Rojhilata Navîn

Wall Street Journal îdia kir ku rêvebirîya Serok Donald Trump dê 14,000 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

Navenda Nûçeyan- WSJ’ê ji zarê karbidestekî ku navê wî nehatîye eşkere kirin dîyar kir ku rêvibirîya Trump dê pirtirê 10 gemîyan û gelek alavên leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Wî karbidesekî da zanîn ku li ber e ku ew şandina leşker û alavên leşkerî heta mehekê destpê bike.

WSJ radigihîne ku ew leşker dijî gefên Îranê dê li Rojhilata Navîn bi cîh bibin, lê jêderên fermî ser vê îdiayê hîn tiştek negotine.

Karbidestên Amerîkî dema protestoyên li Îranê gotibûn ku ew piştgirîyê xwenîşanderên dijî rejîmê û girjîya di navbera Washington û Tehranê careke din gur bûbû.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir