Wîkîpedîa êdî 'azad' e

Malpera ansîkplodepîya azad ku ev du sal bûn li Tirkîyeyê sansur li ser bû û kes nekidarî bikevê, saet 10.40'î de vebû.

Navenda Nûçeyan- Di sala 2017'an de bi îdîaya "Tirkîye ligel hin rêxistinên terorê di heman astê de û di nav şirîkatîyê de ne" hatîye nîşandayîn malper hatibû qedexekirin. Ev du sal bûn ku girtî bû. Ji bo vebe Prof. Dr. Yaman Akdenîz û Doç Kerem Altinparmak serî li Dadgeha Zagona Bingehîn (AYM) ya Tirkîyeyê dabûn, dîyar kiribûn ku ji ber ew nikarin wîkîpedîayê bikar bînin mexdûr in û xwestibû qedexeya li ser wîkîpedîayê bê rakirin.

AYM'ê meha borî biryara rakirina qedexeyê da lê ev nêzî mehek bû li bendê bûn ku biryar di rojnameya fermî de bê weşandin. Piştî ku biryar hat weşandin îro wîkîpedîa vebû.

Di ansîklopedîya azad wîkîpedîayê de bi mîlyonan agahî hene. Di nav de gelek ziman hene ku yek ji wan jî kurdî ye.

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin