WHOyê bo vaksîna Pfizer û BioNTechê destûr da

.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) destûr da ku vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê di rewişên awarte de were karanîn.

WHO bi destûra bo vaksîna Pfizer û BioNTechê cara pêşî vaksîneke vîrusa korona pejirand.

Ji nav welatên cîhanê berê Brîtanya vaksîna Pfizer û BioNTechê pejirandibû û piştre Amerîka û Kanada jî bo wê vaksînê destûr dabûn.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) û Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) jî di 21ê Berfanbarê de vaksîna Pfzier û BioNTechê pejirandibûn.

Pfizer û BioNTech hewil didin ku heta dawîya 2021an 1,3 mîlyar vaksîna vîrusa korona çêkin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê