WHO: Covid-19 nexweşîyeke pandemic e

Ghebreyesus, Sekreterê Giştî yê RTCyê gotîye ku ew li bendê ne di roj û hefteyên pêş de hejmara nexweşan û mirinan zêdetir bibe.

Navenda Nûçeyan - Tedros Adhanom Ghebreyesus, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (RTC/WHO) gotîye ku cureyê nû ya Koronavirusî (Covid-19) êdî nexweşîyeke “pandemic” ango berbelav e.

Ghebreyesus, Sekreterê Giştî yê RTCyê duh (11ê Adarê) civîneke çapemenîyê li dar xistîye û gotîye ku heta 11ê Adarê li 114 welatan 118 hezar nexweş hene û 4 hezar û 291 kes mirine.

Sekreterê Giştî dîyar kirîye ku ”Bi hezaran kes li nexweşxaneyan li ber xwe didin. Em li bendê ne ku di roj û hefteyên pêş de hejmara nexweşan û mirîyan zêdetir bibe.”

Ghebreyesûsî destnîşan kirîye ku ji ber vê rewşê ew “Covid-19ê weke nexweşîyeke pandemic bi nav dikin.”

Pandemî çîye?

Ew cure nexweşîye ku li cîhanê di heman demê de bi awayekî berbelav gefê li ser gelek mirovan dixwe. WHO dîyar dike ku bê kîja nexweşî pandemi ye.

Di sala 2009ê de şewba berazan weke nexweşîyeke pandemîk hatibû ragihandin. Pispor dibêjin ku dibe ji ber şewba berazan bi sed hezaran kes miribin.

Sê krîter hene li gorî WHOyê ji bo ku bikaribe nexweşîyekê weke pandemic dîyar bike:

- Divê vîruseke nû be

- Divê bi hêsanî li mirovan peyda bibe

- Bi hêsanî û hertim ji mirovan derbasî mirovên din bibe.

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan
Moskow: Kurdên ku li dijî Naziyan şer kiriye hatin bibîranîn
Îsal li Amedê çend esnafan dikanên xwe girtine?
Pirtûka ‘Fonolojiya Zazakî’ hat çapkirin
Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe