WHO Bang li Dewletan Dike ku Tedbîrên Dijî Korona Sist Nekin

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletên cîhanê kir ku tedbîrên dijî vîrusa korona sist nekin.


Navenda Nûçeyan - Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus di preskonferanseke onlayn de ser rewişa dawî ya vîrusa korona axifî.

Ghebreyesus dîyar kir ku di ser belavbûna şewba korona re şeş derbaz bûne û da zanîn ku wexta sistkirina tedbîran hîn nehatîye.

Yek ji karbidestên din yên WHO Dr Mike Ryan jî bal kişand ku vîrusa korona belavbûna xwe ya li welatên Amerîka Navîn didomîne û rêjeya pêketina wê vîrusê bilind e.

Ryan got ku jiber vîrusa korona hîn jî metirsî didome û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku piştgirîya wir bikin.

Wî dîyar kir ku bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona re dibe ku pêleke nû ya wê vîrsûsê çêbe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketîye canê pirtir ji 7,000,000 kesan û pirtir ji 400,000 kes kuştine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist