Wezîrên derve yên Tirkiye û Îranê civiyan

.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi serdanekî fermî çû Stenbolê û li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu civiya.

Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî beşdarî wê civînê bû ku duh Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandibû ku wê Zerîf serdana Tirkiyê bike û ew ê behsa peywendiyên dualî, pêşketinên li navçeyê û cîhanê gotûbêj bikin.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bo Tirkiyê di demekê de ye ku ji çend hefte beriya niha hevpeyvîneke Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ya li gel Rûdawê di navbera herdu aliyan de bûbû sedema krîzekê.

Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ji Rûdawê re ragihandibû ku ti peywendiya Tirkiyê bi Şingalê ve nîn e, alozî di navbera Tirkiye û Îranê de derketibûn û piştî wê aloziyê cara yekê ye ku Wezîrê Derve yê Îranê serdana Tirkiyê dike.


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist