Wezîrekî turkmen yê Kurdistanê: Mesrûr Barzanî girîngîyek mezin dide pêkhateyan

Wezîrekî turkmen yê hikûmeta Kurdistanê dibêje, serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî girîngîyek mezin dide pêkhateyên Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê hikûmetê bo karûbarên pêkhateyan, Aydin Meirûf ji BasNewsê re got, destnîşankirina wezîrekî taybet bo karûbarên pêkhateyan nîşan dide ku serokê hikûmetê girîngîyek mezin dide pêkhateyan.

Aydin Meirûf, ku kesekî turkmen e, her wiha got, serokê hikûmetê ferman daye wezaretek taybet bo karûbarên pêkhateyan were avakirin. Ev jî tê wê wateyê ku serokê hikûmetê qîmetek mezin dide pêkhateyan. Di kabîneya Mesrûr Barzanî de rengvedana pêkhateyan bi awayekî baş tê dîtin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist