Wezîrê Tenduristîyê: Me daxwaz kirîye, bi asankarî qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan daxwaz kirîye, hin asankarî di biryara qedexeya çûnûhatinê de bê kirin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tenduristîyê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niha demeke zêrî ne ji bo encamên serkeftina bi ser Korona de hatine biparêzin û belavbûna wê kontrol bikin, ji ber ku pêwîst e heyama dewra jîyana vîrusê derbas bikin.

Wezîrê Tenduristîyê tekezî li wê yekê kir, ew nikarin bibêjin metirsîyên vîrusa Koronaya Nû COVID-19 nemaye, heta ku yek haletek mabe, ji ber ku ew virus ji yek haletê destpê dike.

Tekez kir jî, ragihandina serkeftina li ser vîrusê, pêwîstîya wê bi demeke zêdetir heye. Pêwîst e qedexeya çûnûhatinê bi hin asankarîyan bê dirêjkirin, ew yek jî ji alîyê Odeya Operasyonê ve tê birêkxistin.

Ev yek di demekê de ye, 3 roj in ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li bajarê Hewlêrê nehatine tomarkirin.

Îro 16ê Nîsanê biryara qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê bidawî dibe û tê pêşbînîkirin ku Wezareta Navxwe îro biryarên nû di wê derbarê de bide.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist