Wezîrê pilandananê nûtirîn zanyarîyan derbarê rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê aşkera dike

Wezîrê pilandanana Herêma Kurdistanê ragehand, piranîya daxwazêyên şanda Herêma Kurdistan di piroje yasa ya budce ya giştî ya Îraqê de hatîye cihgîrkirin.

Navenda Nûçeyan- Dara Reşîd, wezîrê pilandanana Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragehand: Piranîya daxwazîyên Herêma Kurdistanê di piroje yasa ya budceyê Îraqê de hatîne çespandin û pirsa budceyê ji alîyê şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda bi dawî hatîye.

Amaje bi wê yekê jî da, hikumeta Herêma Kurdistanê hewil dide sozên xwe bicih bihîne û giringîyê dide hemû bwaran û ber pêş ve dibe.

Şandeke Herêma Kurdistanê, duhî, Yekşembîyê  gehişte Bexdayê û biryare evro jî berdeewam bibe li ser kombûnên xwe.

Çavkani: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist