Wezîrê Petrolê yê Îranê: Em pêşwazîyê li kêmkirina berhemanîna petrolê dikin

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Zengene derbarê civîna Komîteya Çavdêrîyê ya OPECê de ragihand ku civîn bê encamp bi dawî bûye û nekarîye bibe sedema hevdengîyê li ser kêmkirina asta berhemanîna petrolê.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Zengene da zanîn ku herçiqas biryar bû civîna wezîrên petrolê û enerjîyê yên OPECê ji 5 û 6ê meha bê were pêşxistin bo vê mehê lê li ser wê jî hevdengî çênebûye û civîna wezîran her di dema xwe de tê kirin.

Zengene ragihand ku hatîye pêşnîyar kirin rojane 600 hezar bermîl petrol were kêmkirin bo nehiştina bandora vîrûsa koronayê li ser bazara petrolê û got, welatê wî pêşwazîyê li her biryarekê dike bo kêmkirina asta berhemanîna petrolê, eger hemû endamên OPECê li ser hevdeng bûn.

Hefteya derbasbûyî Komîteya Çavdêrîyê ya Hevbeş a welatên endamên OPEC û derveyî OPECê bo dema sê rojan civîyan, lê ji ber nerazîbûna Rûsyayê berhemhênerên petrolê nikarîn bigihin ti rêkeftinekê.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist