Wezîrê Pêşmerge çar tişt li nav hêzên Pêşmerge de qedexe kir

Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê, Şoriş Îsmaîl bi fermanekê çar tişt li nav hêzên Pêşmerge de qedexe kir.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl fermannameyek ji tevahîya yekîne û dezgehên girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re sand û çar tişt li nav hêzên Pêşmerge de qedex kir.

Li gorî fermannameya wezîr, ev çar tişt li nav hêzên Pêşmerge de êdî qedexe ne:

  • Xebatên hizbî li nav Wezareta Pêşmerge
  • Sepandina cezayên sîyasî bi ser pêşmergeyan de
  • Çalakîyên sîyasî û hizbî
  • Wergirtina abone ji pêşmergeyan

Di fermannameyê de hişyarî hatîye dayîn û hatîye gotin, her kesê ku wê fermanê binpê bike dê were cezakirin.

 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist