Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li Hewlêrê ye

,

 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler piştî serdana xwe ya Bexdayê hate Hewlêrê.

Tê çaverêkirin ku Guler bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Di şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de ji bilî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî cih girt.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pê re li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr ji aliyê Wezîrî Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku Yaşar Guler dê di çarçoveya serdanê de bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Yaşar Guler di çaroveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Ebasî û Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şamarî re civiya.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist