Wezîrê nefta Iraqê naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser petrolê eşkere kir

Wezîrê nefta Iraqê Samir Xezban naveroka hevdîtin û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser nefta Kurdistanê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê nefta Iraqê Samir Xezban naveroka hevdîtin û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser nefta Kurdistanê eşkere kir.

Wezîrê nefta Iraqê Samir Xezban ji rojnameya Iraqî ya Sebah re behsa naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kirîye û ragihandîye, wan û şanda hikûmeta Kurdistanê li ser sê mijaran gotûbêj kirine;

*Bûdceya sala 2020 ya Iraqê

*Çawanîya bicîhanîna qanûna bûdcê

*Çawanîya kifşkirina pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de

Wezîrê nefta Iraqê her wiha gotîye, hikûmetên Kurdistan û Iraqê micid in li ser çareserkirina arîşeyan û bendên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê jî wiha daye zanîn:

*Herêma Kurdistanê li ser derxistina rojane 450 hezar bermîl neft berdewam dibe da ku ew rêjeya ku rêxistina welatên hinardekarên petrolê (OPEC) ji Iraqê re destnîşan kirîye, rastî pirsgirêkan neyê

*Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol dide şîrketa SOMO ya Iraqî

*Herêma Kurdistanê ji roja 1 Çileya sala 2020 wê pişka petrolê dide SOMO

Çavkanî:Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist