Wezîrê navxwe yê Tirkiyê: Biryara dadgeha Ewropa bo berdana Demîrtaş, pûç û vala ye!

.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, biryara dadgeha mafên mirov ya Ewropa bo berdana Demîrtaş, pûç û bê wate ye!

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu li Enqerê di civîna asayişê de axivî.

Suleyman Soylu li ser biryara dadgeha mafê mirov ya Ewropayê derheqê berdana girtiyê siyasiyê kurd Selahedîn Demîrtaş ragihand, biryara dadgha mafên mirov ya Ewropayê pûç û bê wate ye

Soylu her wiha got, Ewropa dijminatiya Tirkiyê dike. Ewropa bi rengî nikare xwe pak bike.

Bi gotina wî berpirsê tirk, Selahedîn Demîrtaş “kesekî terorîst e” û nabe were berdan.

Duhî serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî biryara dadgeha Ewropayê bo berdana Demîrtaş red kiribû.

Dadgeha mafên mirov ya Ewropayê pêr bang li Tirkiyê kir Selahedîn Demîrtaş berde.

Demîrtaş ji payîza sala 2016 ve heta niha di girtîgehê de ye.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist