Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê gihîşt Bexdayê

.

 Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Derve yê Qeterê îro gihîşt Bexdayê, biryar e piştî wê, serdana Hewlêrê bike û bi serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê re bicive.

Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, di meha Çileya sala borî de jî serdana Hewlêrê kiribûn.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin