Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û Îlham Ehmed bi telefonê axivîn

.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bi rêya telefonê axivîn.

Rojnameya Îsraîlî Israel Hayom ku dispêre rayedarên Îsraîlî ragihand ku di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê de pêwendiyeke berfireh a telefonî pêk hatiye.

Li gorî rojnameyê, di pêwendiya telefonî de bipêşketinên li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Her wiha rojnameyê ragihand ku Îlham Ehmedê jî derbarê binpêkirinên wekî kuştin û girtinê kêfî yê  grûpên çekdar ên li Sûriyeyê yên li hemberî Krudan agahî daye.

Wezîrê Îsraîlî Saar jî diyar kir ku di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên bi hevkarên xwe yên navneteweyî re nîgeraniyên xwe yên derbarê Kurdan de anîne zimên.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye