Wezîrê Karên Derve yê Holendayê îstifa kir

.

 Wezîrê Karên Derve yê Holendayê Caspar Veldkamp îstifa kir.

Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî ya Holendayê Caspar Veldkamp ji ber ku hevkarên wî yên koalîsyonê rê li ber zêdekirina sizayên li ser Îsraîlê girt îstifa kir.

Wezîrê Karên Derve Veldkampê ji Partiya Peymana Civakî ya Nû (NSC) a di hikûmeta koalîsyona demkî de, diyar kir ku ew nikare erkê xwe bidomîne çimkî partî û wezîrên din ên di kabîneyê de li dijî sepandina sizayên zêdetir ên li ser Îsraîlê derketine.

“Divê Holenda şerm neke”

Piştî civîna Lijneya Wezîran, Veldkamp ji rojnamegeran re axivî û got:

 "Me wekî kabîneyê ji xwe (li dijî Îsraîlê) hinek gav avêtine.

Ji ber vê yekê divê Holenda şerm neke. Min hest kir ku ji aliyê endamên kabîneyê ve zext li min tê kirin ku ji ber tiştên li Xezeyê û Şerîeya Rojava diqewimin, tedbîrên zêdetir neyên sepandin."

"Baweriya min nîne”

Veldkamp diyar kir, ew di wê baweriyê de ye ku zexta ji wezîr û partiyên din ên kabîneyê rê nade ku ew erkê xwe bi cih bîne û wiha li pey çû:

"Baweriya min nîne ku ev rewş di meh û salên pêşiya me de biguhere. Niha ez diçim malê û ez dê nameya xwe ya îstifayê binivîsim."

Wezîrên din jî îstifa kir

Li Holendayê piştî îstifaya Wezîrê Karên Derve Veldkamp wezîrên din ên ji heman partiyê jî îstifa kir.

Li gorî nûçeya weşana giştî NOSê ya ku xwe dispêre çavkaniyên NSCyê, piştî îstifaya Veldkamp wezîrên din ên NSCyê yên di hikûmetê de jî biryara îstifayê daye.

Siyaset Haberleri

Senherîb Bersûm: Diyalog rawestiyaye, Şam dixwaze saziyên me nehêle
Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin
Qubad Talebanî li ser şerê li Lalezarê axivî
Li gundên Dêrsimê dengê şanoya Kirmanckî olan dide
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Rewşa Sûriyeyê li ser devê kêrê ye