Wezîrê Îsraîlê li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir: Dinya bêdeng e!

.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz, li ser êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên piştî êrîşa PKKê ya Enqereyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de wêneyê Erdogan û Guterres parve kir û got:  “Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e.”

Katz li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê li ser wêneyekî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wiha nivîsand:

“Erdogan Kurdan qetil dike û cîhan bêdeng e. Dîktatorê li Enqereyê li bakurê Sûriyeyê Kurdên sivîl ên bêguneh bombebaran dike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tiştekî nabêje. Banga agirbest û civîneke bilez a Konseya Ewlehiyê li ku ye? Mafên Kurdan û giliyê Erdogan ê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê li ku ye?

Dema ku Îsraîl li dijî rêxistinên terorîst ji bo xweparastinê dikeve nava liv û tevgerê, Guterres yekser êrîş dike lê dema ku hevalê wî yê antî Semîtîk tawana şer dike, ew bi hêsanî ji holê winda dibe. Durûtiya bi vê ecêbê.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê