Wezîrê Enerjiyê: Li Amedê 6,1 milyar bermîl petrola kevirî heye

.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku li gorî pêşbîniyan li Amedê 6,1 milyar bermîl petrola kevirî (oil shale) heye.

Kompanyaya petrolê ya Amerîkayê Continental Resources û şirketa dewletê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), 17ê Adara 2025an ji bo geşkirina qadên petrola kevirî yên li Amedê peymanek îmze kir.

“Tirkiye salane 365 milyon bermîl petrola xav hawirde dike”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li Çiyayê Gabarê ji rojnamegeran re got:

“Hawirdeya petrola xav a salane ya Tirkiyeyê 365 milyon bermîl e.

Şirketa hilberîna petrolê ya Amerîkî Continental Resources pêşbînî dike ku li parêzgeha Amedê 6,1 milyar bermîl petrola kevirî (oil shale) heye.

Agahiya rezervên petrola kevirî ya 6,1 milyar bermîl tiştekî balkêş e.

Dibe ku ev yek ji projeyên herî girîng ên vê serdemê be.”

Alparslan Bayraktar her wiha da zanîn ku dê ji bo geşkirina qadên petrolê bi Amerîkiyan re bixebitin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist