Wezîrê Derve yê Tirkiyê serxweşî da Serokwezîr Mesrûr Barzanî

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji ber wefata parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî serxweşî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mevlût Çavûşoglu, îro ji ber wefata parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî û mezinekî devera Barzan bi navê şêx Mehmûd şêx Ebdullah Barzanî, bi telefonê serxweşî da Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hevxemiya xwe anî ziman.

Mesrûr Barzanî û Çavûşoglu ji bilî serxweşiyê, behsa hevkarî û hemahengiya her du aliyan kirin di warê rûbirbûna nexweşiya Koronayê û tenduristiyê de.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin