Wezîrê Derve yê Qeterê dê serdana Herêma Kurdistanê bike Îro tê Bexdayê

Tê gotin ku dê Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman serdana Herêma Kurdistanê bike.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm duhî li ser twîttera xwe ragihand, Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman dê roja 15 vê mehê (îro) serdana Bexdayê bike.

Wî wezîrê Iraqî daye zanîn, Wezîrê Derve yê Qeterê dê bi berpirsên Iraqî re li ser rewşa Iraqê û alozîyên dawî yên navbera Amerîka, Îran û Iraqê de derketine, gotûbêj bike.

Li gorî agahîyên televîzyona K24, Wezîrê Derve yê Qeterê ku cîgirê serokwezîrê wî welatî ye jî, dê piştî Bexdayê serdana Hewlêrê bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist