Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Hikûmeta Şer’a ziyanê digihîne Kurdan û ji Elewiyan tolê hiltîne

.

Kanal 12ê ya Îsraîlê îro 25.02.2025ê bi devê Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku “Hikûmeta nû ya Sûriyeyê grûbeke terorîst a Îslamî ye û ji Idlibê hatine û bi zorê dest danîne ser Şamê.”

Her weha anî zimên ku em kêfxweş in ku Esed nemaye, lê Îslamî jî her çiqasî nerm nerm diaxivin jî, lê tolê ji Elewiyan hiltînin û ziyanê digihînin Kurdan.

Gideon Saar di berdewama axaftina xwe de got: “Her çend em li ser sînor ewlehiya sînorên xwe dê bigrin jî, lê ji aliyê din ve Hemas û Cîhadîstên li Sûriyeyê li ser avakirina eniyeke din a li dijî Îsraîlê dikin.” 

Ew pê de çû ku Îsraîl dixwaze siyaseteke bi rê ve bibe ku di milmilaneyên li gel wan gefxwarinên ku ji sensînorên Sûriyeyê tên kirin asteng bike.

Duh serokatiya Komara Sûriyê ragihandibû ku Serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer’a ji bo qonaxa demkî li gel kesayetên herî diyar ên pêkhateya Durziyan hevdîtin pêk anîne. 

Ev pêngav di demeke hestiyar de bû ku çend rojên borî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahû jî pêbendiya xwe ya ji bo parastina Durziyan a li herêmê û bidûrxistina wan a ji her cure gefxwarinê tekez kir.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand