Wezîrê Derve yê Iraqê: PKK li ser Iraq û Tirkiyê gefe

.

Wezîrê Derveyê Iraqê ragihand, heya niha jî grûpên tundrew li Iraqê bihêz in û PKK gefê li Iraq û Tirkiyê dixwe.

Îro şandeyeke bilind a Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fûad Hisên serdana Enqerê kir û bi rayedarên bilind ên Tirkiyê re civiya.

Piştî ku şandeya Iraqê bi Wezîrê Derveyê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya, herdu aliyan konfranseke çapemeniyê li dar xist. Di konfransa çapemeniyê de Fûad Hisên axivî û da zanîn, wan lîjneyên hevpar ji bo çavdêrîkirina rêkeftinên ewlekariyê yên navbera her du welatan pêka nîye.

Fûad Hisên diyar kir, di civînê de behsa varega leşkeriya Başîkê hatiye kirin û got, biryare baregeha Başîkê bibe navendeke perwerdehiyê.

Wezîrê Derveyê Iraqê destnîşan kir, her du aliyan behsa bicihbûna PKKê li Qendîl û Şingalê kiriye û got, “ hebûna PKKê li wan navçeyan ji bo ewlekariya Iraq û Tirkiyê gefe.

Fîad Hisên destnîşan kir ku hebûna PKKê li gorî destûra Iraqê neyasayî ye û ji ber wê yekê Iraqê gavek ciddî avêtiye û weke guropeke qedexekirî bi nav kiriye.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin