Wezîrê Derve yê Îranê sibe serdana Sûrîyê dike

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Sûrîyê dike û dê li Şamê ligel Serokê Sûrîyê Beşar Esed bicive.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî îro Yekşemê ragihand, ku dê sibe Duşemê 20ê Nîsanê bi serdanekê biçe Sûrîyê.

Mûsewî dîyar kir, ku Zerîf dê bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed û herwiha û hevtayê xwe yê Sûrî Welîd Muelim re jî bicive.

Di derbarê acendaya serdanê de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir, pêwendîyên di navbera her du welatan de, guhertinên li navçeyê û rewşa sîyasî û meydanî li Sûrîyê dê bêne gutûbêjkirin.

Îran piştevanekî serekî yê hikûmeta Sûrîyê ye û bi aşkere di warê sîyasî, leşkerî û darayî de alîkarîya wê hikûmetê dike.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin