Wezîrê derve yê Fransayê, divê rola Kurdan di Sûrîyeya nû de hebe

.

 Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, pêwîst e rola Kurdên Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê de hebe. Herwiha got: “Ew hevalbendên Parîs û Washingtonê ne di şerê li dijî DAIŞê de.”

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Novel Barrot îro 8ê Çile di civîneke rojnamevaniyê de ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Parîsê got: “Divê rola Kurd di proseya veguhêz a Sûriyeyê de hebe.”

Barrot ji rojnamevanan re got: “Girîng e kontrolkirina metirsiya DAIŞê li Sûriyeyê berdewam be.”Herwiha wî bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, Kurdên Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên Parîs û Washingtonê ne.

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Fransayê ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ve jî hat qebûlkirin û got: “Washington bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyeke cidî de ye, ji bo rêgirtina li operasyoneke leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja 03.01.2025an bi serdanekê gehiştin Şamê û bi Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyan.

Berî civîna xwe ya bi Ehmed Şera re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana balyozxaneya welatê xwe li Şamê kir û di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje da, “Parîs hêvîdar e Sûriye ji bo hemû welatî û pêkhateyên wê aram, seqamgir û xwediya serweriya xwe be.”

K24

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir