Wezîrê Derve yê Finlandayê serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Derve yê Finlandayê serdana Iraqê dike û piştre jî tê Hewlêrê û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto şeva bûrî gihîşt Iraqê û îro bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re dicive.

Li gor zanyarîyên K24ê, piştî civînên wî yên li Bexdayê, Wezîrê Derve yê Finlendayê îro serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên plebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Her çend e naveroka babetên civînên wî bi berpirsên Iraqê re nehatine aşkerekirin, lê Wezîrê Derve yê Finlandayê berî çend roja bi Balyozê Iraqê li Helsinki re civîyabû.

Li gor daxuyanîyeke Balyozxaneya Iraqê li Helsinki, di civînê de bîyara Parlemana Iraqê ya derkirina hemû hêzên bîyanî ji Iraqê hat guftûgokirin.

Biryar e jî Wezîrê Derve yê Finlandayê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, bihêzkirina pêwendîyên dualî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna vîrusa Koronayê de guftûgoyan bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin