Wezîrê darayî yê Kurdistanê li ser “kêmkirina mûçe” daxuyanî da

Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê ragihand, ti biryarek bo destkarîkirin yan jî kêmkirina mûçeyê karmendan nehatîye dayîn.

Navenda Nûçeyan - Ev çend roj in tê gotin ku ji ber erzanbûna nirxa petrolê di bazarên cîhanê de, îhtimal heye mûçeyê karmendên hikûmetê were kêmkirin.

Li ser vê mijarê, wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê Awat şêx Cenab, ku serdana dergehê sînorî yê Hacî Omeran kirîye, ragihand, tiştekî wisa nîne û ti biryarek bo destkarîkirin û kêmkirina mûçeyê karmendan nehatîye dayîn.

Awat şêx Cenab her wiha got, helbet hikûmet dê hemû îhtimalan binirxîne û her biryarek jî hat dayîn emê ji welatîyan re bêjin.

Wezîrê darayî anî ziman ku çalakîyên bazirganî li dergehê sînorî yê Hacî Omeran di bin tedbîrên tund yên tenduristîyê de didomin û got, divê em hemû bi hev re li hember vîrusa Koronayê derkevin. Divê em xwe biparêzin û ji cihên qerebalix jî dûr bikevin.

Wezîrê darayî spasîya wezaretên tenduristî û navxwe û karmendên dergehên sînorî jî kir ku bi başî erkên xwe di rûbirûbûna Koronayê de bicîh anîne û tînin jî.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye