Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar berda

.

Li şûna wî Bekir Bozdag bû Wezîrê Dadê.

 Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul dest ji kar kişand û li şûna wî Bekir Bozdag bû Wezîrê Dadê ku sêyem car e vî postî werdigre.

Biryara destbikarkirina Bekir Bozdag wek wezîrê nû yê dadê îro şemiyê 29ê Çileya 2022yan bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Abdulhamit Gul vê sibê şemiyê 29ê Çileyê demjimêr 01:50 deqe li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku piştî razîbûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest ji postê wezîrê dadê berdaye ku ji 19ê Temûza 2017an ve birêve dibir.

Gul di twîta xwe de sipasiya Erdogan kiriye ku îstîfaya wî qebûl kiriye û pîrozbahî li Bekir Bozdag kiriye ku wek wezîrê dadê li şûna wî dest bi kar dike.

Gul herwiha dibêje: “Bi erêkirina Serokomarê me min ji wezîfeya xwe ya Wezareta Dadê ku ji 19ê Tîrmeha 2017an vir ve wezîfedar im îstîfa kir. Ez spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim ku daxwaza devjikarberdana min qebûl kir û ji Wezîrê me yê nû yê Dadê birêz Bekir Bozdag re serkeftinê dixwazim.”

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be