Wezîrê dadê William Barr: “Me bêûsûliyekî ku encama hilbijartinê biguhêre nedît”

.

Wezîrê dadê yê Amerîkayê William Barr li ser munaqeşeyên li ser hilbijartinên Amerîkayê dewam dike agahiyên girîng da. Barr bo ajansa AP a Amerîkayê weha got:

“Heya îro bêûsuliyekî ku encama hilbijartinê biguhê re, me nedît. Her agahiya ku gihaye me ji aliyê FBI û rêxistinên me yên din de hatine lêpirsîn lê ti delîlekî ku hîle hatiye kirin nehatiye dîtin. Her weha me li ser makîneyên ku dengan dijmêrin jî lêkolîn kir û tişteka ne di rê de me nedît.”

Herkes bende bû ku wezîr Barr û Trump hevdîtinekî bikin lê di mijarê de Barr ti agahî neda.

Roja yekşema borî serokê Amerîkayê Trump gotibû ku divê wezîrê dadê û FBI hîleyên li ser hilbijartinan ji nêz de vekolin.

 

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê