Wezîra Alman Baerbock Dibêje Kobanê Sembola Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê Ye

.

Wezîra Derve ya Almanya Annelana Baerbock ji X’ê ser girjîya li bakurê Sûrîyê nivîsî û hişyarî da Tirkîyê.

Baerbock dîyar kir ku Kurdan dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîneke wêrek kiriye û got ku Kobanê jî sembola wê yekê ye.

‘’Rijandina pirtir xwîn ew tiştê dawî ye ku dikare piştî şerê 14 salan rû bide.

Berpirsîya Tirkîyê heye ku berevanîya yekîtîya axa Sûrîyê û hêvîya aştîyê bike.’’

Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye û pêşengîya wan hêzan Yekîtîya Parastina Gel (YPG) dike.

Enqere, YPG wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê Sûrîyê dibîne û dibêje rêxistineke terorê ye.

Amerîka jî dîyar dike ku HSD di têkoşîna DAIŞ’ê de hevbendeke girîng e û ewê piştevanîya jibo wan hêzan bidomîne.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne