Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire

.

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye ku 2 zarokxaneyên ku di bin banê şaredariyê de hatine vekirin werin girtin.

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ji şaredariyan re nivîsên hişyariyê şand ku zarokxaneyên bin banê şaredariyan de hatine vekirin werin girtin. Di vê çarçoveyê de nivîsek bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî hatiye şandin.

 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê tê xwestin ku 2 zarokxaneyên bin banê şaredariyê de hatine vekirin werin girtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Gokhan Aydin jî ji hesabê xwe yê medyaya civakî bi belgeyekê ragihand, di 1ê mijdarê de Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ji Wezareta Perwerdehiyê re nivîsek şandiye û gotiye bila zarokxaneyên bin banê şaredariyan de hatine vekirin werin girtin û rê neyê dayîn ku yên nû werin vekirin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bûcak amaje kir ku kreş pêdiviyên sereke yên civakê ne bo malbatan karhêsaniyê dikin û bo zarokan jî qada lîstokê vedikin û bersiva pêdiviyan didin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye