Wezaretê daxuyanî da: Li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin!

.

 Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezaretê daxuyanî da

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Wezaretê îdia kir ku pêwendiya Mehmet Siddik Akiş bi PKKyê re hebûye û wî li ser navê PKKyê esnaf tehdîd kirine û merasîmên veşartina cenazeyên gerîlayan organîze kirine.

Wezaretê got ku Mehmet Siddik Akiş ji ber “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û darizandina wî berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin