Wezareta Tenduristîyê: Em êdî nexweşxaneyên nû çênakin

Wezareta Tenduristîya Kurdistanê ragihand, ewê asta kalîteya nexweşxaneyên hikûmetê bilind bikin.

Berdevkê wezareta tenduristîya Kurdistanê, dr. Mihemed Qadir ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, niha li Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 nexweşxane bo nexweşên Koronayê hatine terxankirin. Beşek ji wan nexweşxaneyan ji alîyê kesên xêrxwaz ve hatine çêkirin û beşek jî yên hikûmetê ne. Lê êdî me biryar daye em nexweşxaneyên nû çênekin ji ber ku dema me nîne.

Dr. Mihemed Qadir her wiha gotîye, li şûna wê yekê me biryar daye em asta kalîteya nexweşxaneyên hikûmetê bilind bikin. Yanê ew diravê ku em li nexweşxaneyên nû xerc dikin emê bo pêşxistina nexweşxaneyan xerc bikin.

Berdevkê wezareta tenduristîyê daye zanîn, di mijara cîhazên oksîjenê de jî ti pirsgirêkek nîne û gotîye, tenê kêmasî di wir de ye ku pisportîya pêwîstî bo bikaranîna wan cîhazan nîne. Helbet li gelek welatan jî ev pirsgirêk heye.

Bi gotina dr. Mihemed Qadir, destpêkê li Kurdistanê derdora 70 cîhazên oksîjenê hebû lê niha zêdetirî 200 cîhazan heye.

 

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya