Wezareta Tenduristîyê derbarê amara dawî ya Koronayê daxuyanîyek belav kir

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê roja çarşemê 10.06.2020an derbarê amarên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronayê de daxuyanîyek belav kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê roja çarşemê 10.06.2020an derbarê amarên dawî yên nexweşîya vîrusa Koronayê de daxuyanîyek belav kir.

Daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê wiha ye:

Kerentîna:

Jimara hemwelatîyên di kerentînan de, (13,706) hemwelatî bûn. Niha tenê (1,552) hemwelatî, li (35) cihên cuda, di kerentînan de man e, (253) li Hewlêrê, (26) li Silêmanîyê û (1,273) li Duhokê. (12,154) hemwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di kerentîneyê de derbaz kirine. Jimareyeka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya jimara wan (117) hemwelatî ne.

Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên borî de, (2,466) pişkinîn li ser asta Herêma Kurdistanê hatin encamadan. (1,219 li Hewlêrê, (758) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê, (79) li Raperîn û (10) Helebce. Jimara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka vîrusa Koronayê hatine encamdan 94,845 pişkinîn bûne.

Encam:

Encamên 24 demjimêrên burî,  (2) can jidestdan û (171) haletên nû yên tûşbûnê bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Li parêzgeha Hewlêrê (60) haletên erênî, (46 zelam. (9)jin û (5) zarok.

Li parêzgeha Silêmanîyê (104) berketî û 2 haleta mirinê hebûn.

Li parêzgeha Silêmanîyê (100) erênî û (2) can jidestdan. (47) zelam, (29) jin, (21) zaro û (3) xort (2) kûr û kiçek).

Li parêzgeha Duhokê (2) erênî. Herdû zelam in.

Li parêzgeha Helebce: (5) erênî, dû zelam, dû jin û zaroyek.

Amara giştî:

Jimara tevahîya berketîyan bi vîrusa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,637) kes in, di nav wan de, (30) haletên mirinê hene û (546) nexweş jî baş bûne û niha (1,061) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe