Wezareta Tenduristîyê daxuyanîyek nû belav kir

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê êvara roja yekşemê 17.05.2020an bi daxuyanîyekê amarên dawî yên nexweşia Koronayê belav kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê êvara roja yekşemê 17.05.2020an bi daxuyanîyekê amarên dawî yên nexweşia Koronayê belav kir.

Daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê wiha ye:

Kerentîna:

Hejmara hemwelatîyên di kerentînan de, (11,025) hemwelatî bûn. Niha tenê (1,176) hemwelatî, li (32) cihên cuda, di kerentînan de mane, (515) li Hewlêrê, (163) li Silêmanîyê, (497) li Duhokê û (1) jî li Raperîn. (9,849) hemwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di kerentîneyê de derbaz kirine. Hejmareka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevahîya hejmara wan (11) hemwelatî ne.

Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,082) pişkinîn li ser asta Herêma Kurdistanê hatin encamadan. (511) li Hewlêrê, (345) li Silêmanîyê, (226) li Duhokê.

Di encam de, ti haletên nû yên berketîyên bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê ne hatine tomarkirin.

Amara giştî:

Hejmara tevaya berketîyên bi vîrusa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (404) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (383) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (16) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

 

9 kesên din bi Koronayê ketine

Êvara roja yekşemê 17.05.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek belav ki û di wê daxuyanîyê de da zanîn 9 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê parêzgeha Silêmanîyê hatin tomakirin.

Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di berdewamîya pişkînin û lêgerina gumanbarên Koronayê de li Silêmanîyê 9  berketîyên nû hatin tomarkirin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê ya Herêma Kurdistanê ji wan 6 zilam in û 3 kesên din jî jin in.

Herwiha 8 ji wan pêketîyên Koronayê xelkê Silêmanîyê ne û yek jî niştecihê nahîyeya Bazayanê ye.

Ligor amarên fermî yên Wezareta Tendirustîya Kurdistanê, heta niha 413 kes bi vîrusa Koronayê ketine 385 kes baş bûne û 5 kesan jî koça dawî kirîye.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe