Wezareta Tenduristîyê amarên giştî yên Koronayê belav kir

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê roja, 21.05.2020an pêncşemê amarên giştî yên Koronayê li Herêma Kurdistanê aşkere kir.

Navenda Nûçeyan - Daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê wiha ye:

Kerentîn

Hejmara hemwelatîyên di kerentînan de, (11,149) hemwelatî bûn. Niha tenê (677) hemwelatî, li (30) cihên cuda, di kerentînan de man e, (283) li Hewlêrê, (150) li Silêmanîyê û (289) li Duhokê. (10,472) hemwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di kerentîneyê de derbaz kirine. Hejmareka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (32) hemwelatî ne.

Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1309) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (795) li Hewlêrê, (296) li Silêmanîyê, (218) li Duhokê û (5) jî li Soran.

Di encamê de, (10) haletên nû yên berketîyên nû yên bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (5) li parêzgeha Silêmanîyê û (5) jî li parêzgeha Hewlêrê.

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka vîrusa Koronayê hatine encamdan 64,591 pişkinîn bûne.

Amara giştî:

Hejmara tevahîya berketîyan bi vîrusa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (452) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (385) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (62) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî