Wezareta Tendirustîyê: 195 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî de li seranserî Herêma Kurdistanê 195 kesên din bi Koronayê ketine û 16 kesên din bi Koronayê mirine.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja pêncşemê 25.06.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand 2.113 pişkinînên nû hatine kirin 195 berketîyên nû hatine tomarkirin. Herwiha 30 berketî li Hewlêrê, 100 berketî li Silêmanî û 62 berketî jî li Germîyanê, 3 berketî Duhokê hatine tomarkirin.

Herwiha 29 berketî jî baş bûne. Li Hewlêrê 24 berketî li Duhokê 3 berketî, li Helebceyê jî 2 berketî baş bûne.

Di berdewamîya daxuyanîyê jî de hatîye aşkere kirin 16 hemwelatî jî mirine. Li Hewlêrê 1, li Silêmanîyê 12, Li Silêmanîyê 3 kes bi Koronayê mirin.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 4.874 kes bi Koronayê ketine li Hewlêrê 1.091 kes, li Silêmanîyê 3.503 Li Duhokê 159, li Helebceyê 121 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha 1.543 berketî baş bûne û 3.182  berketî jî hîn di nexweşxaneyan de ne.

Li alîyê din heta niha 149 kes jî li Herêma Kurdistanê bi Koronayê koça dawî kirîye.

 

 

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê ji şer were parastin
Ilimdarê Êzdiyatiyê ye rêzdar Pîr Xelat Eliyas , li ser Wesiyatê, Derewê, Fesadî, Hesûdî , Risq û hwd.di axive
Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be
Piştî koçberiya malkambax vegera dilbiêş: 'Derî jî nehiştine'
Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene