Wezareta Tendirustîya Kurdistanê daneyên dawîn yên Covid-19ê eşkere kirin

Wezareta Tendirustîya ragihand ku li parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê Covid-19ê (koronavirus) ketîye canê 3 kesên din û bi vî awayî hejmara kesên bi wê nexweşîyê ketine gihiştîye 11an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê bi axuyanîyekê aşkere dike, ji 2 hezar û 918 kesên li Herêma Kurdistanê hatibûn karantînekirin, hezar û 790 kes ji karantîneyê derketine û çûne nav malbatên xwe de.

Herwiha li gorî wê daxuyanîya hatîye belavkirin, niha hezar 128 kes di bin kontrola pizîşkî de ango di karantînayê de ne.

Bi giştî li Herêma Kurdistanê, ji bilî kesekê ku jîyana xwe ji dest daye û kesek jî hatîye çareserkirin, heya niha Covid-19 ketîye canê 11 kesan

Herwiha Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, careke din daxwazê ji welatîyan dike, ku pêbendî rênimayîyên tendirûstîyê bin û ji cihê qerebalixî dûrkevin, zûzû jî destê xwe bişon û zêde nêzîkî hev nebin.

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin