Wezareta Rewşenbîrîyê ya Herêma Kurdistanê xelat daye Dotmîra Botanê, Sînemxan Bedirxanê

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistana Iraqê duhî ji bo rêzlêgirtinê xelat daye Dotmîra Botanê Sînemxan Bedirxanê.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistana Iraqê duhî ji bo rêzlêgirtinê xelat daye Dotmîra Botanê Sînemxan Bedirxanê.

Wezaretê Festîvala Helbestên Jinên Kurd pêk anîye. Di festîvalê de Xelata Rêzlêgirtinê daye 11 jinên kurd.

Sînemxan Bedirxanê ji bianet kurdîyê re got:

“Pê gelek keyfxweş û şanaz im ku min li welatê xwe ev xelat standîye. Qedr û qîmetê wê ji bo min gelek bilind e.

“Li ser xelatê ‘jîyan jin’ hatîye nivîsîn anko jin jîyan e. Çi şanazîyek e ku li welatê me ev qedir ji bo jinan hatîye dayin.

“Ez dixwazim bi rêya pirsa te spasîyên xwe bigihînin wan kesên festîval amade kirîn.”

Sînemxan, keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, nevîya Emîn Alî Bedirxan û nevîçirka Prensê Botanê Bedirxan Ezîzan e.

Çavkanî: Murat Bayram-Bianet

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê