Wezareta Pêşmerge wê serdana Bexdayê bike

Biryare destpêka heftîya bê şandeyekî wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca danîna binkeyên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê serdana Bexda bike.

Li gor nûçeya BasNewsê biryare destpêka heftîya bê şandeya wezareta Pêşmerge bi armanca rêkeftina dawî bo danîna binkeyên hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê biçe Bexdayê.

 

Li gor zanyarîyên berdest di wê civîna heftîya bê de rêkeftin dê li ser cîh û dema danîna binkeyan bê kirin û ew binkene biryare bi hevbeşîya Pêşmerge û artêşa Iraqê ve bên danîn û li Kerkûk, Mûsil, Dîyale û Mexmûrê bicîh dibin, lê hîn rêkeftina dawî li ser binkeyê Kerkûkê nehatîye kirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist