Wezareta Pêşmerge: Amerîka û hêzên hevpeyman perwerdeya Pêşmerge berdewam dikin  

.

Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, perwerdeya hêzên hevpeyman a ji hêzên Pêşmerge re berdewam dike.

Berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragehand, di heyama borî de wezareta berevaniya Amerîkayê 500 şêwirmend di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de li Iraqê vekêşandine.

Berpirsê saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê jî ji BasNewsêr re ragehand, 500 şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê hatine vekêşandin, lê şêwirmendên Amerîkî yên li herêma Kurdistanê nehatine vekêşandin û karên xwe berdewam dikin.

Lîwa Babekir Feqê got, heta naha perwerdeyên Amerîkayê û hêzên hevpeyman ên hêzên Pêşmerge re berdewam dikin û ‘’Hemahengiya me ya berdewam li gel wan heye.’’
 

Kurdistan Haberleri

Herêma Kurdistanê: Bexda dikaribû nehişta êrîşên İHAyan herin ser Kurdistanê
Siyasetmedara Kurd wekî yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên Almanyayê hat binavkirin
Karzsazên Kurd û Brîtanî ji bo avakirina pireke bazirganiyê civiyan
Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin
Li Urmiye hêzên Îranê Wahab Alizadeh girtin û kes nizane heya niha li ku derêye